Li Kobanê şehîdên berxwedana dibistana Serzûrî hatin bibîranîn

Meclisa Malbatên Şehîdan û şêniyên kobanê, lehengên berxwedana dibistana Serzûrî li goristan şehidan bi bîranîn.

Lehengên berxwedana dibistana Serzûrî ku dema DAIŞ`ê xwest Kobanê dagir bike, li hember çeteyan bi awayekî fedayî li ber xwe dan.

Derba mirinê ya destpêkê li vê derê li DAIŞ’ê dan.

Li Goristana Şehîd Dîcle ya Kobanê şehîdên Dibistana Serzûrî bi daxuyaniyekê hatin bibîranîn.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:

“Çeteyên DAIŞ`ê, 2014`an êrişî Kobanê kirin û xwestin herêmên me wêran bikin û gelê Kurd tune bikin.

Ew beşeke komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Apo bû.

Dewleta Tirk a dagirker piştgiriya êrişên DAIŞ`ê kir, lê dîsa jî bi bin ketin.

Lehengên berxwedana dibistana Serzûrî, 12 şervanên YPG û YPJ`ê destanên lehengiyên nivisîn.

Heta dawiyê ji bo parastina Kobanê li ber xwe dan û DAIŞ`ê têk birin.

Back to top button