Fermandara pêşeng û fedayî ya xeta Apocî Şervîn Serdar

“Roja min ev tevger naskir, min bi doza azadiyê bawer kir, min ji Rêberê xwe bawerkir û ketin li ser rêka fikrên Rêber Apo” Ev gotinên şehîd Şevin Serdar e. Şevîn Serdar fermandara ji doza azadiya jin bawer. Wê tevahî jiyana xweya têkoşînê ji bo bikare bibe milîtanek pêşeng û barê şoreşê rabike têkoşîn da. Li çiyan û deştan ew bû şervan û fermandarek ku li dora xwe kom dike û perwerde dike.

Nirxên ku Rêber APO li ser vê axê daye afirandin, di nava xwe de malbetên welatparêz û demokrat ava kir.

Yek ji wan malbatan jî malbata Fermandar Şervîne ku di dilên zarokên xwe de eşqa welatekî azad çandin.

Fermandar Şervîn di sala 1981’an de li bajarê Dirbêsiyê ji dayîk dibe.

Di sala 1998’an de jî tevlî nava refên azadiyê dibe û li çiyayên azad dest bi tekoşîna azadiyê dike

Piştî salên dirêj yên ji warên azad berê xwe dide şoreşa Rojavayê Kurdistanê.

Fermandar Şervîn di 25 salên jiyana xwe ya şoreşgerî de, bi baweriya bîrdoziya Rêber APO a azadiya jinê û bi ruhekî fedayî bi erkên xwe yên şoreşgerî radibe.

Xeta fedayîtî û kesayeta mîlîtan a ruhê demê bi kesayeta fermandar Şervîn re heman wateyê dihewîne.

Weke şoreşgerek a pêşeng ji bo avakirin, parastin û mayînde kirina şoreşê di hemû qadên jiyanê de kar kir.

Şervîn Serdar ji serketina şoreşa gelan bawer kir

Ji qada siyasî, dîplomasî û heta parastinê xeta mîlîtaniya Apoyî temsîl kir.

Weke fermandareke jin heta dawiyê ji serkeftina şoreşa gelan bawer kir.

Fermandar Şervîn ji bo têkbirin û asteng kirina polîtakayên qirêj ên bi armanca xirab kirina yekîtiya gelan têkoşînek bêhampa meşand.

Herî dawî li dijî lîstokên li herêma Dêrazorê, di ‘Operasyona Xurtkirina Ewlehiyê’ de weke fermandareke jin ji bo têkbirin û pûçkirina van planên qirêj roleke pêşeng leyîst.

Fermandar Şervîn ku wê jî cihê xwe di nava karwanê nemiran de girt, di her kêliya jiyana xwe de bû yek ji kesên ku karibû heqîqeta Jin, Jiyan, Azadî di kesayeta xwe de temsîl bike.

Back to top button