Jîna Emînî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi daxuyaniyan hat bibîranîn

Li Dêrik, Amûdê,Til Birak û Tebqayê ji bo salvegera serhidanên “Jin Jiyan Azadî” daxuyanî hatin dayin û banga xurtkirina têkoşînê hate kirin.

Li gelek herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo salvegera serhildanên “Jin Jiyan Azadî” çalakî û daxuyanî hatin dayin.

Meclisên jinan ên Dêrik, Amûdê,Til Birak û Tebqayê yên Kongreya Îslama Demokratîk û Navenda Olê ya Demokratîk a daxuyaniyeke hevbeş dan.

Di daxuyaniyê de hate gotin, Jîna Emînî bi diruşma ′Jin, Jiyan, Azadî′ bû sembola cîhanê û li hember siyasetên çewisandinê yên li dijî jinan sekinî.

Şoreşa jinan ne tenê doza laçikê bû, lê belê doza gelekî di bin desthilata rejîma faşîst de bû.

Em piştgiriyê didin şoreşa jinan li tevahî cîhanê û nêrîna kêm li jinan di bin navê ola îslamê de şermezar dikin.

Li herêmê Jîna Emînî bi çalakiyên cûr be cûr hate bibîranîn

Back to top button