Wezîra Koç û Koçberan ya Iraqê ragihand, 100 koçberên din yên Êzidî ji kampên Duhokê vegerîne Şengalê û ji destpêka îsal ve 800 malbatên koçberên Êzidî vegerîne Şengalê.
Wezîra Koç û Koçberan ya Iraqê Îvan Fayeq têkildarî karwanek din yê koçberên Êzidî yên vedigerin Şengalê daxuyaniyek da û got:
“100 koçberên din yên Êzidî ji kampên Duhokê vegerîne Şengalê
û ji destpêka îsal ve 800 malbatên koçberên Êzidî vegerîne Şengalê.
Vegerîna koçberan di çarçoveya plana wezareta me ya bidawîkirina doza koçberan e
û ev kar bi alîkariya rêxistinên koçberan yên navnetewî tê kirin
Heta niha nêzîkî 26 hezar malbatên Êzidî li kampan mane
û nêzîkî 37 hezar malbat din jî li derveyî kampan dijîn ku ew jî li navendên bajaranin.”
Li kampên Duhokê çar kampên penaberên ji Rojavayê Kurdistanê û 11 kampên koçberan hene.
Êzdî bi vegera li Şengalê planên Tirkiyê û PDK’ê vala derdixînin