DANÛSTANDINA SÛRÎ-SÛRÎ ROJA ÇARŞEMÊ NAVÇEYA EYN ÎSAYÊ WÊ DEST PÊ BIKE

Bi pêşengiya Meclisa Sûriya Demokratîk wê siba roja Çarşemê danûstandina Sûrî-Sûrî bi silogana ‘Hevdîtin û pêşketin’ li navçeya Eyn Îsayê ya girêdayî Kantona Girê Spî dest pê bike.

Danûstandin wê du rojan dewam bike û tê de 6 mijarên bingehîn wê werin nîqaşkirin.

Bi pêşengitiya Meclisa Sûriye Demokratîk MSD danûstandina Sûrî-Sûrî bi silogana ‘Hevdîtin û pêşketin’ li navçeya Eyn Îsayê ya girêdayî Kantona Girê Spî sibe wê lidar bikeve.

Li gorî Komîteya Amadekar derdora 100 kesayet ji opozisyona hundir û derve, hevserokatiya Meclisa Sûriye Demokratîk û hejmarek siyasetmedar wê beşdarî danûstandinê bibin.

Meclisa Sûriyayê Demokratîk MSD’ê diyar kir ku armanc ji danûstandinan ew ku opozisyona Sûriyê kom ser hev bibe da ku bighêjin biryareke hevpar.

Her wiha bighêjin formekî ku mafên hemû pêkhateyên herêmê misoger bike.

Danûstandin wê du rojan 28-29’an Mijdarê li dar bikeve .

Beşdara wê 6 mijarên bingehîn nîqaş bikin.

Mijarên danûstandina Sûrî-Sûrî ev in:

Pirsgirêka mirovahiyê di aloziya Sûriyê de.

Şeklê hikumetê di pergala nenavendî û demokratîk de.

Modêla Rêveberiya Xweser.

Aborî û şeklê wê ya herî guncev ji bo Sûriye pêşrojê.

Destûra Sûriyê û rêgezên wê yên sereke.

Doza jinê û rola wê di çareseriyê û aramiya Sûriyê de.

Û makenîzmeyên avakirina yekîtiya opozisyona demokratîk a layîq.

Ev danûstandin weke pêngavek duyemîn piştî serketina danûstandina ‘Sûrî-Sûrî’ ya yekemîn bi silogana ‘Hevdîtin û avaker’ a ku 18’ê Tîrmehê hatibû lidarxistin tê.

Leave a Reply

Back to top button