ENKS ji bo ku yekîtî pêk neyê, çi ji destê wê tê dike

ENKS û PYNK’ê yek jî xala ku li ser hevkiribûn ku di sala 2021’an de hilbijartin pêk bê.
Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mazlûm Ebdî jî di peyama xwe ya
salanû de ragihand ku ewê hewilbin da ku ev biryar pêk bê.
Lê hin aliyên ENKS’ê diyar dikin ku ji ber ku koçber venegeriyane, rewş ne aram e ew tevlî hilbijartinan nabin.
Diyare dîsa ENKS disa bi hincetên cûda hewildide xebatên yekîtiyê weke sala 2020 dîsa neçe serî.

Di sala 2020’an de bi pêşengtiya Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mazlûm Ebdî, ji bo di nav partiyên kurdî yên Rojava de yekîtiyek pêk were, gavek hat avîtin.

Di vê gava yekîtiyê de ENKS û PYNK weke du aliyên sereke cih girtin.

Lê tevî hemû daxwaz û hewildanan jî ev xebatên yekîtiyê bi qasî ku dihat armanckirin neçûn serî.

Sedema sereke jî helwesta ENKS’ê bû.

ENKS her carê bi bihaneyekê xebatên yekîtiyê bi paş dixist.

Her wiha ji bo ev kar neçe serî, li dijî perwerdeya zimanê kurdî derket.

Pergala hevserokatiyê û peymana civakî ya pêkhateyên Bakûr û Rojhilatê Sûriyê xist nîqaşê.

ENKS li dewsa perwerdeya zimanê kurdî, daxwaza perwerdetya bi zimanê Erebî kir.

Ji daxwazên gelê kurd zêdetir, ên dewleta Tirk anîn ziman.

Ji bo wê jî her carê serdana dewleta Tirk dikir û bi kujerên kurdan re rûdinişt.

Tevî dewleta Tirk Efrîn, Serêkanî û Girê Spî dagir kirine, lê ENKS rojekê jê re negot dagirker.

Him di nav opozîsyonê de ma, him jî xwest xebatên yekîtiyê birêve bibe.

Tevî hemû gavên neyînî yên ENKS’ê jî aliyên PYNK’ê hewil da ev xebat biçe serî û ji bo vê jî lêvegereke siyasî hat avakirin.

Di vê lihevkirinê de biryar hat girtin ku di nava sala 2021’ê de hilbijartin pêk werin.

Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mazlûm Ebdî di peyama xwe ya sersalê de diyar kir ku ew ê di sala 2021’ê de hilbijartinan pêk bînin.

Lê partiyên girêdayî ENKS’ê di ragihandina nêzî PDK’ê de dîsa bi hincetên cûda cûda li dijî peyama Mazlûm Ebdî derketin.

Aliyên ENKS’ê diyar dikin ku ji ber koçber venegeriyane, rewş ne aram e ew tevlî hilbijartinan nabin.

Gelo ENKS behsa koçberên kuderê dikî, ma gelo diyar e ew kurdên ku koçberî derveyî welat bûne kengî vegerin.

ENKS rewşa ne aram dike hincet. Tevî ku li seranserî Sûriyê, herêmên herî bi ewle herêmên Bakûr û Rojhilatê Sûrî ne û hemû cîhan vê yeke qebûl dike.

Diyar e ENKS li ser daxwaza dewleta Tirk û PDK wek sala 2020 sala 2021 yekê jî bi hincetên cûda, ji bo ev xebat neçe serî wê astengiyan derxîne.

Back to top button