Li Ezazê 4 kes ji malbatekê hatin revandin

Hovîtiya li dijî xelkên Efrînê dewam dike.
Malbatek ku dixwest vegere Efrînê; li Ezazê bi temamî tên revandin.

Tora Çalakvanên Efrînê diyar kir ku çeteyên navê Polîsên Leşkerî li xwe dikin malbatek li Ezazê revandin.

Torê diyar kir ku ew malbat ji gundê Qurnê yê navçeya Bilbilê ye û bi malbata Zingil tên nasîn û dixwest ku vegerin Efrînê.

Dema malbat dighêje benda çeteyên Polîsên Leşkerî bi behaneya ku berê bi Rêveberiya Xweser re kar dikirin, têne revandin.

Navên kesên hatine revandin jî wiha ye:

Derwîş Hebîb 55, Remziya Hebîb 50, Dîwar Hebîb 14, Reşîd Hebîb 15.

Torê da xuyakirin ku çeteyan Remziya û Reşîd Hebîb serbest berdane, lê Derwîş û kurê wî Dîwar heya niha girtî ne û ji bo berdana wan çeteyan 7 hezar dolar fidye ji malbatê xwestine.

Back to top button