KONGRESSA EMERÎKAYÊ ŞANDEYEKÊ DIŞÎNE BAKURÊ SÛRÎ

Ji bo naskirina tecrûbeya xweseriya demokratîk şandayên dîplomatîk ên paye bilind diçin û tên.

Endamê Kongressa Emerîkayê Thomas Alexander Garrett û hejmarek dîplomatan serdana Bakur û Rojhilatê Sûrî kir.

Yekemîn car e ku Endamekî Kongreesê tê bakurê Sûrî.

Liv û tevgera dîplomatîk li bakurê Sûrî zêde dibe.

Ji bo naskirina tecrûbeya xweseriya demokratîk şandayên paye bilind diçin û tên.

Vê carê jî, endamekî kongressa Emerîkayê hat bakurê Sûrî.

Endamê Kongressa Emerîkayê Thomas Alexander Garrett 23’ê Mijdarê derbasî Bakurê Sûrî bû.

Thomas Garrett ji aliyê Serokê Buroya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser ve hat pêşwazîkirin.

Hejmarek ji endamên Rêxistina Free Burma, Endamê Desteya Siyasî ya MSD’ê Besam Îshaq û Karsazê Emerîkî Paolo Jalalo li gel endamê Congress Thomas Alexander Garrett bûn.

Serdanê 5 rojan berdewam kir.

Thomas serdana nûnerên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a herêma Cizîrê, Buroya Têkiliyên Diplomatîk, nûnerên Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbic û gundewarên wê, fermandarên Meclisa Leşkerî ya Minbicê, Meclisa Leşkerî ya Babê, Meclisa Leşkerî ya Cerablusê kirin.

Garrett hevdîtin bi Hevserokê MSD’ê Riyad Derar, Seroka Desteya Rêveber a MSD’ê Îlham Ehmed û gelek endamên rêveberiyê yên li Eyn Îsayê kir.

Endamê Kongressa Emerîkayê hevdîtinên xwe bi Hevserokê Herêma Cizîrê Himêdî Deham El-Hadî re bi dawî kir.

Yekem car e ku Endamekî Kongressa Emerîkayê serdana Bakur û Rojhilatê Sûrî dike.

Bi dehan şandiyên ji Ewropa û rojhilata navîn ji bo nasîn û nirxandina tecrûbeya xweseriya Demokratîk hatine bakurê Sûrî.

Leave a Reply

Back to top button