Kurdên Swîsrê: Divê NY statûya Şengalê nasbike

Kurdên li Swîsrê şehîdên komkujiya 3’ê tebaxa 2014’an a Şengalê li pêşiya ofîsa Neteweyên Yekbûyî ya Cenevreyê bi çalakiyekê bi bîranîn.

Di çalakiyê de komkujiya Şengalê hate protestokirin û cangoriyên komkujiyê hatin bîranîn.

Têkildarî komkujiyê çalakgera YJK-S’ê Bêrîvan Avci axivî û got: “Gerîlayên HPG’ê, şervanên YPG û YPJ’ê bi têkoşîna xwe êrişên çeteyên DAÎŞ’ê têk birin.”

Çalakgera YJK-S’ê bi bîr xist, Beriya niha 7 salan li Şengalê civaka Êzidî hate qirkirin û bi hezaran jinên Êzidî li bazarên koleyan hatibûn firotin.

Bêrîvan Avci daxwaz ji NY kir ku îradeya gelê Şengalê û statuya wê nasbikin û da xuyakirin ku ev yek ji berpirsyariya Neteweyên Yekbûyî ye ku vê berpirsyariya xwe pêk bîne.

Çalakî bi siloganên ‘Jin jiyan azadî’ hat bi dawî kirin.

Back to top button