Hîle û bêusuliyên desthilatê yên di hilbijartinên 28’ê Gulanê de

Partiya Çepên Kesk li Mêrdînê îtîrazî sindoqeke ku bi komî deng lê hatibûn dayîn kiribû. Îtîraz bi biryara partiyên di nava Tifaqa Cûmhûr û Milet de digirin hate redkirin.

Hilbijartinên 28’ê Gulanê yên tura 2. a Serokkomariyê di bin şert û mercên giran de derbas bû.

Desthilata Faşîst a AKP-MHP’ê wekî her car di van hilbijartinan de jî gelek hîle kirin.

Mêrdîn-Komeke muxtar û cerdevanan bi komî deng dabûn

Yek ji wan deveran navçeya Artûklûya Mêrdînê bû

Komeke ku muxtar û cerdevan di nav de ji bo namzetê Tifaqa Cûmhûr Tayîp Erdogan bi komî deng dabûn.

Her wiha Koma AKP’iyan êrişî xebatkarên li ser sindoqan kiribûn.

Mêrdîn-Partiya Çepên Kesk li ser bêusuliyan îtîraz kir

Partiya Çepên Kesk li ser vê yekê îtîrazî Serokatiya Desteya Hilbijartinê ya Artûklûyê kir.

Di îtîrazêde hate xwestin ku ji bo sindoqa navborî deng ji nû ve bên hejmartin.

Partiyên Tifaqa Cûmhûr û Milet îtîraz qebûl nekirin

Serlêdana Partiya Çepên Kesk ji bilî endamên karmend, bi dengên endamên Desteya Hilbijartinê ya Navçeyê yên AKP, MHP, CHP û Partiya Îyî hatin redkirin.

Di hinceta neqebûlkirinê ya lijneyê de hate gotin ku hejmara zerf û îmzeyan, bi şewitandina zerfan a bi awayekî ketober ji sindoqê hatine derxistin, hejmar weke hev lê hatine.

Îtîrazî lijneya jor kirin

Partiya Çepên Kesk pişt re îtîrazî Desteya Hilbijartinê ya Bajêr kir.

Di îtîraza hate kirin de hate gotin:

“Weke ku ev hinceta Desteya Hilbijartinê ya Navçeyê nayê qebûlkirin wê rê li ber bûyerên bi heman awayî veke.”

Di daxwaznameya îtîrazê de wiha hate gotin:

“Hilbijartin ne tenê pêvajoya misogerkirina wekheviya di hejmara îmzeyan û hejmara zerfên li qeydê de ye.

Ji ber bûyera li ser sindoqa bi hejmara 1163’yan pêk hat û di lênûska girtekê ya desteya sindoqê de jî heye ev hemû prensîb hatin binpêkirin.”

Back to top button