Konferansa Meclisa Jinan a Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi hilbijartina meclisên herêman û biryaran bi dawî bû.
2. Konferansa Meclisa Jinan a Meclisa Malbatên Şehîdan vê sibehê bi beşdarbûna 200 nûnerên meclisê dest pê kiribû.
Di konferansê de bi navê rêxistinên jinan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê axaftin hatin kiri û rapora du salên borî ya meclisê hat xwendin.
Her wiha sînevîzyonek li ser xebatên meclisê hat pêşandan û rêziknameya Meclisa Jinan a Malbatên Şehîdan hat xwendin.
Ji bo pêşxistina karê meclisê, çawaniya destekdayîna zarok û malbatên şehîdan, beşdaran nêrîn û pêşniyarên xwe anîn ziman.
Konferans bi biryaran û plansaziya du salên bê, her wiha diyarkirina meclisa herêman bi dawî bû.
Duyemîn Konferansa Meclisa Jinan a malbatên şehîdan tê lidarxistin