Bi giştî wê 60 milyon û 697 hezar û 843 hilbijêr dengê xwe bidin

Xebatên hilbijartinê yên Partiya Çepên Kesk ên li bajarên Kurdistan û Tirkiyê bênavber didomin. Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan di vekirina buroya hilbijartinê a li Rihayê de diyar kir desthilatdarî dijminê edalet û Kurdan e û got: “Em ê di dengdanê de nîşan bidin ku Kurd wê bi wan bide windakirin”

Ji hilbijartinên serokkomarî û parlamenteriyê re kêm roj mane.

Serokê Lijneya Bilind a Hilbijartinê (YSK) têkildarî hilbijêrên ku dê di 14’ê Gulanê de deng bidin daxuyanî da.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin dê 60 milyon û 697 hezar û 843 hilbijêr li welêt dengê xwe bidin û hat gotin:

Ji van hilbijêran 30 milyon û 710 hezar û 790 jin in.

Bi vê yekê rêjeya hilbijêrên jin ji sedî 50,6 e û ya hilbijêrên mêr jî Ji sedî 49,4 e”

Partiyên Siyasî ji 14’ê Gulanê re xwe amade dikin

Bi nêzbûna hilbijartinan re Partiyên siyasî jî ji 14’ê Gulanê re xwe amade dikin û lez daye xebatan.

Partiya Çepên Kesk xebatên xwe her diçe berfirehtir dike

Partiya Çepên Kesk a bilez ket qadê, ji Edîrneyê heta Qersê li hemû bajarên bakurê Kurdistan û Tirkiyê bi gel re dicive.

Di vê çarçoveyê de li gelek deveran bûroyan vedike û serdana dikandaran dike.

Partiya Çepên Kesk li Siwêregê buroya hilbijartinê vedike

Li taxa Bahûş a li navçeya Siwêrega Rihayê Partiya Çepên Kesk buroya xwe ya hilbijartinê bi coş vekir.

PErvîn Bûldan: Hilbijartin wê di navbera aştî û şer de bê kirin

Hevseroka Giştî ya HDP’ê û Namzeta Parlamenteriyê ya Partiya Çepên Kesk Pervîn Bûldan di vekirina buroyê de axivî.

Pervîn Bûldan anî ziman ku di 14’ê Gulanê de wê hilbijartinek bê kirin ku çarenûsa welêt biguherîne û got:

“Hilbijartin wê di navbera demokrasî û faşîzmê, aştî û şer, edalet û neheqiyê de bê kirin. ”

Pervîn Bûldan: Desthilatdarî dijminê edalet û Kurdan e, em ê hesab jê bipirsin

Pervînê destnîşan kir ku desthilatdariya AKP-MHP’ê dijminê edalet û Kurdan e û wiha got: “Bi înkarkirina Kurdan, bi qedexekirina ziman 21 sal in hewl didin bi heman mejiyî welêt bi rê ve bibin.

Erdogan careke din li mîtîngan dijminatiyê li Kurdan, li zimanê Kurdan, li dîroka Kurdan dike.

Dibêje ‘Hûn çiqasî Kurd bin, em jî ewqasî Tirk in’. Em ji vir dibêjin, ‘Belê em Kurd in û bi Kurdbûna xwe jî serbilind in.

Pervîn Buldan diyar kir ew ê di dengdanê de nîşan bidin ku Kurd wê bi wan bide windakirin û ji her kesî xwest ku dengê xwe bide Partiya Çepên Kesk.

Li Xîzanê ya bedlîsê buroya hilbijartinê hate vekirin

Xebatên hilbijartinê yên Partiya Çepên Kesk li bajarên Serhedê jî didomin

Navnîşana xebatên şandeyê ya îro jî Bedlîs û navçeyên wê bûn.

Şandeya Partiya Çepên Kesk bi kelecaneke zêde ji aliyê gel ve hat pêşwazîkirin.

Endamên şandeyê di vekirina buroyê de axaftin kirin û peyamên serfketinê dan.

Back to top button