Mîrîam Frîedîng: CPT’î neçar e agahiyê bide

Bangên ji bo rakirina tecrîd û girtina agahiya ji rêber Abdulah Ocelan zêde dibin. Lê Heta niha CPT’î tu agahî nedaye û li hember van bangan ker û lale. Parêzer Mîrîam Frîedîng a di heyeta ku hat serdana Tirkiyê de cih girt got, Ewropa ji bo berjewendiyan bi Tirkiyê re têkiliyan pêş dixîne, CPT’î neçare agahiyan bide.

Tevî gelek hewldanan CPT’î di nava bêdengiyeke mezin de ye.

Hîn jî ji rêber Abdulah Ocelan tu agahî nayên girtin.

Parêzer Mîrîam Frîedîng a di heyeta ku hat serdana Tirkiyê de cih girt der barê serdanên xwe û CPT’yê de ji JINNEWS’ê re axivî.

Mîrîam derbarê rewşa gelê Amedê û daxwazên wan de wih got: Di serdana li Amedê me bi komên jinan, femînîst, parêzer, xizmên girtiyan û saziyên ji bo Îmraliyê re hevdîtin kirin.

Zextên li ser gelê Amedê pir zêde bûn. şertên girtîgehan pir xirabe.

Me di serdanê de fêm kir ku Rêber Abdullah Ocalan çima tê tecrîdkirin û ji bo civakê çima girînge.

Em di serdanên xwe de li hember gelek tiştî matmayî man.

Parêzer Mîrîam daxuyakirin ku Îmrali bi giştî hatiye îzolekirin û got:

Gelek parêzer ji bo hevdîtinê serlêdan dikin, serî li her rê û rêbazî didin.

Mirovan her tişt kirin. Lê CPT rapora xwe aşkera nake.

Rapor tune ye. Ji vê xerabtir tiştek tune ye.

Mîrîam Frîedîng: Divê hikûmeta Tirk rapora CPT’yê qebûl bike

Mîrîam Frîedîng da zanîn ku Ewropa ji bo berjewendiyan bi Tirkiyê re têkiliyan pêş dixîne û ev tişt got:

Divê Ewropa tiştên pêwist bike û fêm bikin ku bi desthilatdariya Tirkiyê re nikarin bibin dost.

Ger Tirkiyê nexwaze jî divê CPT rapora xwe aşkera bike.

Divê hikûmeta Tirk rapora CPT’yê qebûl bike û fêm bike.

Em ê hewldanên xwe bidomînin.

Back to top button