RAJIN: Em ê weke denîz herdem rastiyê biqîrin

Di salvegera 8’an a şehadeta wê de RAJIN’ê bi daxuyaniyekê Denîz Firat bi bîr anî û wiha got: “Em ê hata dawiyê wek Denîz rastiyê biqîrin.”

Koordînasyona RAJIN’ê di daxuyaniyê diyar kirin ku Denîz Firat bi sekna xwe ya bi biryardarî li dijî zilma serdest a mêr bi taybet faşîzma DAIŞ’ê têkoşiya û di azadiya jinê ti carî du dil nebû wiha got,

Denîz di têkoşîna şoreşa azadiyê ya gel û jinan de ti carî paş ve nema. Bi sekna xwe ya bi biryar, cesaret û berxwedana xwe di nava meşa bê nefes a têkoşîna azadiyê de cih girt.

Denîz bi keda xwe heqîqet parast û bû dengê gelê li dijî pergala faşizmê, qirker û dagirkeran li ber xwe didin.

Em jî weke RAJIN careke din ji bo Denîz soza me ew e ku em ê ji qîrîna heqîqetê, daxwaza azadiyê û jiyîna wê dûr nekevin.”

Back to top button