Li Hindistanê ji lîderên muxalîfan Gandhî careke din li parlamentoyê ye

Li Hindistanê ji lîderên muxalîfan yên herî berbiçav, Rahul Gandhî careke din li palamentoyê ye.

Lîderê muxalefetê Rahul Gandî ku li Hindistanê bi sûcdariya îftirakirinê 2 sal cezayê girtîgehê lê hatibû birîn, îro bi biryara Dadgeha Bilind a ji bo rawestandina cezayê xwe weke parlamenter vegeriya parlamentoyê.

Serokê Partiya Kongreya Neteweyî ya Hindistanê ji ber şîroveyên ku di pêvajoya hilbijartina 2019’an de kiribû, di meha Adarê de statûya xwe ya parlamenteriyê winda kiribû, du sal cezayê girtîgehê lê hat birîn.

Îniya borî, Dadgeha Bilind biryar da ku mehkûmkirina Gandhî ji ber nebûna sedemek têrker betal bûye.

Dadgehê teqez kir ku divê serokê Partiya Kongreyê di dema şîroveyan de baldartir be.

Partiya Gandhî vegera wî bi dirûşmeyên şahiyê li parlamentoyê silav kir.

Partiyên din ên muxalefetê jî bi vegera Gandhî kêfxweş bûn.

Çavdêrên siyasî difikirin ku jinûve bijartina Gandhî wê hevalbendiya HINDÎ ya 26 partiyên muxalefetê xurt bike, ji ber ku ew dikare di hilbijartinên sala bê de bibe namzed.

Doza li dijî Gandhî di pêvajoya hilbijartina 2019’an de ji ber şîroveyên di derbarê paşnavê Serokwezîr Narendra Modî de hat vekirin.

Di axaftina xwe ya hilbijartinê ya li eyaleta Karnataka de, Gandî gotibû,

“Çima paşnavê hemû dizan Modî ye?

Nirav Modî, Lalit Modî, Narendra Modî”.

Li Hindistanê di navbera Modî û Gandhî de hêrs

Parlamenterê BJP Purnesh Modî li dijî Gandhi doz vekir û îdîa kir ku wî bi şîroveyên xwe heqaret li tevahiya civaka Modî kiriye.

Modi civakek ji eşîrek koçer e ku paşê li eyaleta Gujarat bi cih bûne.

Gandhî diyar kir ku gotinên wî rasterast li dijî tu civakê nînin û xwest balê bikşîne ser gendeliyê.

Ji kar dûrxistina Gandhî ji aliyê partiyên mûxalefetê ve hat protestokirin û hat gotin BJP Gandhî dike hedef.

Li aliyê din BJP ev îdia red kir.

Li Hindistanê 26 partiyan li dijî serokwezîr Modi tifaqa INDIA ava kirin

Back to top button