Artêşa Ukrayna ji bo lewazkirina hêza Rûsya, hemû derfetê destê xwe de bikar tîne.
Hêzên Ukrayna êrişî 2 pirên li herêma Xerson bi Kirimê ve dide girênda kirin.
Li aliyekî din, di civîna ji bo danûstandinên aştiyê li Ukrayna ku li bajarê Cedde yê Erebîstana Siûdî de, lihevkirin pêk hat.
Artêşa Ukrayna di stratejiya xwe ya li hemberî Rûsyayê de, rêyên veguhestinê ji xwe re kirine armanc.
Ev xetên sereke yên Rûsya bikar tîne, dibin armanca sereke ya êrişan.
Rêveberiya Ragihandina Stratejîk a Hêzên Çekdar ên Ukraynayê li ser mijarê daxuyaniyek weşand.
Rêveberiyê destnîşan kir ku pira Chonhar û pira Genîchesk a ku Xersona di bin kontrola Rûsyayê de, bi Kirimê ve girê dide, hatine armanckirin.
Waliyê Xerson diyar kir ku artêşa Ukraynayê bi moşekan li pirê xistiye.
Di civîna li Ceddeyê de ji bo Ukrayna lihevkirin pêk hat
Li aliyekî din ji bo pêkanîna aştiyekê di şerê li Ukraynayê de, li bajarê Cedde yê Erebîstana Siûdî civînek berfireh pêk hat.
Di civînê de nûnerên bêtirî 40 welatî beşdar bûn.
Civîn bi mazûvaniya Erebistana Siûdî pêk hat.
Civîn bi serokatiya Şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî Musaid bin Muhammed el-Eyban hat lidarxistin.
Civîn berdewamiya înîsiyatîfa mirovahî û hewildanên Welîehdê Erebistana Siûdî Mihemed Bin Selman bin Ebdulezîz e.
Ev hewildan ji Adara 2022’an ve ji bo çareseriyek bi rêya aştiyê li Ukraynayê pêk were ye.
Beşdaran bi girîngiya sûdwergirtina ji nêrîn û pêşniyarên erênî yên ku di civînê de hatin behskirin, spasî û pêzanîna xwe ji bo vexwendin û mazûvaniya serkirdayetiya Erebistana Siûdî anîn ziman.
Ukrayna, Tirkiye, DYA, Almanya, Arjantîn, Awûstralya, Bahreyn, Îmarat, Brezîlya, Bulgaristan, Çîn, Çekya, Danîmarka, Endonezya, Estonya, Fînlandiya, Fransa, Afrîkaya Başûr, Hindistan, Hollanda. Nûnerên Brîtanya, Spanya, Swêd, Îtalya, Japonya, Kanada, Qeter, Kore, Kuweyt, Komor, Letonya, Lîtvanya, Misir, Norwêc, Polonya, Romanya, Slovakya, Urdun û Şîlî beşdar bûn.



