Li nêzî peravên Tûnisê cenazeyê 4 koçber hat dîtin, 51 wînda ne

Li Tûnisê keştiyek koçberan hefteya borî noqî avê bûbû.
Hate ragihandin 4 koçberan jiyana xwe ji dest dane û 51 koçber jî winda ne.

Berdevkê Dadgeha Safakesê Fevzî Masmûdî ji ajansa nûçeyan a Fransayê AFP’ê re axivî û got:

“Heta niha 4 cenaze ji avê hatine derxistin, 2 koçber hatine rizgarkirin û 51 koçber jî winda bûne.”

Keştiya ku ji plajeke bakurê Safakesê bi rê ketibû di dawiya hefteyê de noqî avê bûbû.

Li gorî gotinên du kesên sax filitîne, di keştiyê de 57 koçber hebûn.

Li plajên bakurê Safakesê ji roja Înê heta Yekşemê 12 cenaze hatin dîtin.

Piştî vê lêkolîn tê kirin ka li qadê keştiyên din jî noqî avê bûne yan na.

Li Tûnisê ji 1’ê Çileyê heta 20’ê Tîrmehê ya îsal cenazeyê 901 koçberên ji Afrîkaya Binê Sehrayê ji avê hatine derxistin.

Li gorî Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî ji serê sala 2023’an û heta niha 87 hezar koçber bi rêyên qaçax gihiştine Îtalyayê.

Li gorî Rêxistina Koçberiyê ya Navneteweyî li Behra Spî ya Navîn a ku di navbera Bakurê Afrîkayê û Îtalyayê de ye, ji 2014’an ve 20 hezar kesan li ser vê rêyê jiyana xwe ji dest dane.

Li peravên Tunisê cenzayê 901 koçberî hatiye derxistin

Back to top button