Saziyên Civaka Sivîl dorpêça ser Şêxmeqsêd şermezar kirin

Saziyên Civaka Sivîl ên bajarê Helebê bi daxuyaniyekê dorpêça hikumeta Şamê ya li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê şermezar kirin.

Daxuyanî bi amadebûna endam û nûnerên saziyên sivîl ên Helebê li ber navenda Saziyên Civaka Sivîl ya li taxa Şêxmeqsûd hate dayîn.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirn ku hikûmeta Şamê bi rêya Firqeya 4’an dorpêç li ser her du taxan ferz kiriye û nahêle ard û madeyên xwarinê derbas bibe û wiha hat gotin:

“Ev yek hişyariya rûdana karesteke mirovî dide.”

Hate diyarkirin ku ev ne cara yekê ye hêzên hikumeta Şamê her du taxan dorpêç dike, her car ambargoyê ferz dikin.

Saziyên Civaka Sivîl di dawiyê de bang li hikumeta Şamê kir ku dest ji van kiryaran berde û xizmetê ji çareseriya aloziya Sûriyê re bike.

Back to top button