Talîban keçan ji zanistê bêpar dihêle

Tevî hemû aloziyên li welat, rejîma Talîbanê dest ji hertiştî berdaye û li Efxanistanê dexta li ser jinê zêde dike.
Talîban ya despêkê dibistanên amadeyî û zanîngeh bo xwendevanên keç qedexekirî niha sînor hîn tengtir kir.
Bi biryareke nû ji 10 salî û jor ve ti zarokên keç nikarin biçin dibistanan û bixwînin.
Talîban ferman ji rêveberên dibistanan re şand ku yekser fermanê bi cih bînin.

Desthilatdariyên ku naxwazin yekser serhildan û berxwedaniyek hişk ya civakê li beramberî wan pêşbikeve gelek caran zilm û zora xwe parçe bi parçe, dem bi dem berdewam dikin û dixin jiyanê.

Yek ji van desthilatdarên dijminê jinan tê zanîn Talîban e.

Ji Tebaxa 2021’an ve rewşa civaka Efxan perîşanî ye.

Hate hînbûn ku li Efxanîstanê di hedefa Talîban de vêcarê qedexekirina xwendekarên jin hebû.

Talîbanê ji refa 3 û jor ve xwendina keçan qedexe kir

Talîban ji rêveberên dibistanên hinek herêmên Efxanistanê re ferman şandiye ku zarokên keç yên ji refa 3 û jor de bişînin malên wan.

Ev biryar ji bo zarokên 10 salî û jor de hatiye dayîn.

Wezareta Xwendinê ya rêveberiya Talîbanê bi awayek fermî ev qedexe ji rêveberên dibistanan re gihandiye û xwestiye çawa ferman ji wan re çûye gorî wê tev bigerin.

Talîban piştî hat ser hikum di hemû qadên jiyanê de biryarên ji bo qedexekirinê derxist.

Îsal di meha Nîsanê de Talîban ferman dabû ku xwendekarên keç ji refa 6 û jor ve dixwînin, ji dibistanan bên avêtin û bişînin malên wan.

Talîban û zexta li ser jinan

Piştî vê fermanê Talîbanê bi hezaran jinên ciwan ji dibistanan hatibûn derxistin û şandibun malên wan.

Ajotina wesayîtê, karkirina jin a di sazî û dezgehên ragihandinê de û giştî medyayê de cîh girtina wê, çuyîna salonên sporê, hawuzên melevaniyê, gera nav parqa jî têde gav bi gav ji her qada jiyanê de li ser jin rojane qedexe tên pêkanîn.

Back to top button