Li Pakistanê qezaya trenê: 30 kes mirin

Bîlançoya qezaya trenê ya li Pakistanê giran dibe.
Jimara kesên jiyana xwe ji dest dayîn derket 30’î, bêtirî 100 jî birîndar in.

10 vagonên trenê li nêzîkî bajarokê Nawabşah yê Pakistanê ji rê derketin.

Wezîrê Rêyên Hesin Xecê Saad Refîq diyar kir ku dibe qeza di encama têkçûna mekanîk an sabotajê de pêk hatibe.

Rêveberiya polîs jî ragihand ku heta niha 30 cenaze hatine derxistin.

Di nava kesên jiyana xwe ji dest dayîn de jin û zarok hene.

Bêtirî sed kes jî birîndar bûne.

Tîmên rizgariyê ku gihiştin cihê qezayê, birîndar rakirin Nexweşxaneya Gel a Newabşah.

Trafîka trênan a li ser xeta trenê ya sereke hat rawestandin.

Li Pakistanê, ku pergalên ragihandin û sînyalê nûjenkirî ne û standardên ewlehiyê kêm in, qezayên trênê bi gelemperî li ser xetên trenê yên paşguhkirî diqewimin.

Du qezayên 2019 û 2021’an pêk hatin de, 140 kes mirin û bi sedan jî birîndar bûn.

Li Pakistanê qeza trenê: Herî kêm 22 kes mirin

Back to top button