Polîsan dîsa êrişî dayikên Şemiyê kirin

Dayikên Şemiyê ku ji bo aqûbeta xizmên xwe yên di bin çavan de hatine windakirin bipirsin her hefte çalakiyê li dar dixin, carek din bi êrişa polîsên Tirk ên faşîst re rû bi rû man.
Hate ragihandin piştî êrişê 10 kes hatine binçavkirin.
Her wiha xizmên windayan û parêzvanên mafên mirovan ên bi daxuyaniyekê xwestin binçavkirinan şermezar bikin jî rastî êrişa polîsa hatin.

Dayikên Şemiyê, ji bo aqubeta xizmên xwe yên di bin çavan de hatin windakirin bipirsin û faîlên wan bên darizandin her hefte çalakî li dar dixin.

Di hefteya 947’emîn a çalakiya xwe de dayikê Şemiyê li Qada Galatasarayê yê Stenbolê carek din hatin bahev.

Koma ku çawa hate Qadê derdora wê ji aliyê polîsên Tirk ên faşîst ve bi mertalan hate dorpêçkirin.

Rojnamevanên di vê navberê de nûçe dişopandin jî bi darê zorê ji qadê hatin dûrxistin.

Piştî êrişê 10 kes hatin binçavkirin

Piştî dorpêçê Dayikên Şemiyê li ser hesaba xwe ya medyaya dîjîtal parve kirin 10 kes hatine binçavkirin.

Xizmên windayan û parêzvanên mafên mirovan bi daxuyaniyekê xwestin binçavkirinan şermezar bikin.

Polîsan êrîşî xizmên windayan û parêzvanên mafên mirovan jî kir

Piştî daxuyaniyê polîsan êrîşî xizmên windayan û parêzvanên mafên mirovan kirin.

Polîsan xizmên windayan û parêzvanên mafên mirovan derb kirin û hewl dan bi zora mertalan wan têxin avahiya ÎHD’ê.

Polîsên Tirk êrişî dayikên Şemiyê kirin, 25 kes hatin destgîrkirin

Back to top button