Saziyên Şengalê: Gelê Mexmûrê ne bi tenê ye

Tevgera Azadiya Jinên Êzidî û Yekitiya Jinên Ciwan ên Şengalê dan diyakirin ku êrişên liser Mexmûrê ji hewildanên pêkanîna peymana 9’ê Cotmehê ên li ser Şengalê ne qutin.

Daxuyanî li Navenda Şengalê ji aliyê Berdevka Yekitiya Ciwanên Şengalê Sara Botan ve hate dayîn.

Sara Botan berxwedaniya gelê Mexmûrê silav kir û got:

“Em hewildanên hikumeta Iraqê şermezar dikin.

Em wek civaka Êzidî û bi taybetî jinên ciwan van êrişa li ser xwe dibînin.

Ev pilanên hevbeş ên dewleta Tirk û Iraqê ye ku li himber Şengalê û Mexmûrê tên kirin. ”

Saziyên Şengalê: Wê nikaribin berxwedana me bişkînin

Di daxuyaniyê de hat diyakirin ev êriş ji hewildanên pêkanîna peymana 9’ê Cotmehê ên li ser Şengalê ne qutin û hat gotin:

“Hewil didin çeteyên DAIŞ’ê derbasî Şengalê bikin, li ser herêmên gerîla êriş dikin û gelê Mexmûrê dikin dorpêçê de, ev pilanên li dijî îradeya azad a gelanin. ”

Tevgera Azadiya Jinên Êzidî û Yekitiya Jinên Ciwan ên Şengalê anî ziman ewê nikaribin vê berxwedaniyê bişkînin û gel bê îrade bikin.

KNK: Piştgirîkirina xelkên mexmûrê karekî neteweyî û mirovî ye

Back to top button