Serokê eşîra Cibûran: Divê Artêşa Wetenî bikeve lîsteya terorê ya navdewletî

Serok eşîra Cibûran Şêx Hisên Mihemed Siltan diyar kir ku ti cudahî di navbera çeteyên DAIŞ’ê û Artêşa Wetenî ya Sûrî tuneye.
Şêx Hisên Mihemed Siltan xwest Artêşa Wetenî ya Sûrî bikeve lîsteya terorê.

Serok eşîra Cibûran Şêx Hisên Mihemed Siltan diyar kir ku beriya êrîşên dewleta tirk a dagirerk li ser Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûrî, pêkhateyên Kurd, Ereb û Suryan bi awayekî aştiyan bi hev re dijîn.

Mihemed Siltan ragihand ku dewleta tirk a dagirker bi riya çeteyên xwe Artêşa Wetenî ya Sûrî xwest vê biratiya me têk bibe.

Mihemed Siltan diyar kir ku kiryarên çeteyên dewelta tirk li Efrînê dikin niha li Serê Kaniyê û Girê Spî dubera dibe û got;

Çeteyên DAIŞ’ê her kes dikuşt, komkujî pêk tînan û her dever talan dikir û niha çeteyên dewleta tirk jî vê yekê dikin.

Serokê eşîra Cibûran Şêx Hisên Mihemed Siltan ji ber kiryarên çeteyên dewleta tirk û li ser sivîlan bang kir û got:

“Em ban dikin ku hevkar û çeteyên ‘Artêşa Wetenî ya Sûrî’ bikevin lîsteya terorê ya navdewletî.

Leave a Reply

Back to top button