ŞANDEYEK JI HIKÛMETA BELÇÎKAYÊ SERDANA HERÊMÊ KIR

Piştî ku herêmên Bakur û Rojhilatê Sûrî ji çeteyên DAIŞ’ê hat paqijkirin, êdî tevgera dîplomasî li herêmê zêde bûye.
Doh şandeyeke dîplomatik a payebilind ji Wezareta Karên Derve ya Belçîkayê serdana Navenda Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrî li bajarokê Eyn Îsayê kir.

 

Şandeya Belçîkî ji aliyê hevserokên navendê ve hat pêşwazîkirin û di navbera her du aliyan de civînek hat lidarxistin.

Di civînê de rewşa mirovî û destekdayîna ku ji aliyê Belçîkayê ve ji herêmên Rêveberiya Xweser bi riya Netewên Yekbûyî re tê şandin, hat nîqaşkirin.

Her wiha behsa girîngiya avakirina dadgeheke navdewletî ji bo darizandina DAIŞ’iyên di destê QSD`ê ne hat kirn.

Şandeyê anî ziman ku divê hikumeta Belçîkayê piştgiriya giştî bi ji bo beşdarbûna Rêveberiya Xweser di çareseriya siyasî ya Sûriyê de bilîze.

Nûnera Karên Derve ya Belçîkayê axivî û got ku hikûmeta Belçîkayê biriyar daye ku 6 zarokên ji Belçîkayê ku di kampan de ne vegerîne Belçîkayê.

Leave a Reply

Back to top button