Kombenda Efrînê ya Civakî hate avakirin

Bi armanca xurtkirina têkiliyên di navbera şêniyên Efrînê yên li herêma Cizîrê de bi pêkhateyan re, îro Komcivîna Damezrîner a Kombenda Efrînê ya Civakî li dar ket.

Komcivîn bi dirûşmeya “Em ê vegerin” li navenda Mihemed Şêxo a Çand û Hunerê ya Qamişlo li dar ket.

Bi navê komîteya amadekar Menan Cafer bixêrhatina beşdaran kir û ev lê zêde kir û got: “Efrîn birîneke nayê girtin, lê divê em heta vegera li xaka xwe li ber xwe bidin û têbikoşin”.

Hevseroka Tevgera Civaka Demokratîk Zelal Cîger axivî û got: “Damezrandina kombendeke wiha li herêma Cizîrê dê hevgirtina gelê me xurttir dike û parastina wan a çanda xwe û girêdana civakî jî zêdetir bike, her wiha heta vegera li Efrînê dê ev kombend çavkaniya hêzê be.”

Piştî rêziknameya kobendê hate erêkirin, pêşniyarên komcivînê hatin xwendin.

Ji wan:

-Nasnameyên endaman werin derxistin.

-Navên malbat û kesên ji Efrînê yên li herêma Cizîrê werin belgekirin.

-Dewreyên xurtkirinê ji endamên komcivînê re were vekirin.

-Komeke hunerê ya stran û govendên efrînî were avakirin.

-Radyok bi navê Efrînê were vekirin.

-Ji bo piştgiriya gelê herêmê û şêniyên Efrînê projeyên aborî werin vekirin.

-Bi boneya salvegera êrişên li dijî Efrîn û dagirkirina wê çalakiyên çandî werin lidarxistin.

Komcivîn bi hilbijartina meclisa giştî ya kombendê ku ji 13 kesan pêk hat, bi dawî bû.

Back to top button