LI QAMIŞLO TEQÎN

Li taxa Kornîş a bajarê Qamişlo mayînek ku di erebeya endamekî Hêza Parastina Civakî HPC`ê de hatibû bi cihkirin, teqiya.

Di encamê de kesek birîndar bû

îro di saetên sibê de li taxa Kornîş li nêzî baxçeya Helepçe ya bajarê Qamişlo mayînek teqiya.

Mayîn di erebeya endamekî Hêzên Parastina Civakî (HPC) de hatibû bicihkirin.

Di encamê de endamekî HPC`ê birîndar bû.

Niha endamê birîndar li nexweşeya Şehîd Xebat tê dermankirin.

Nasnameyê kesê birîndar hîn nehatî eşkerekirin.

Leave a Reply

Back to top button