Li bajarê Qamişlo xelk daketin qadan û êrîşa dewleta Tirk ser bajarê Dêrikê ku di encamaê de 2 kes şehîd bûn, şermezar kir.
Îro nêzî saet 4’an dewleta Tirk a dagireker bi balafireke biçek a bê mirov gundê Mezrê yê Dêrikê bomebebaran kir û di encamê de du sivîl şehîd ketin.
Piştî êrişê bi dehan şêniyên Qamişlo daketin qadan û dewleta Tirk şermezar kir.
Şêniyan ji çerxerêya Şehîd Rûbar a dikeve rojavayê bajarê Qamişlo heta çerxerêya Osman Sebrî meşiyan.
Şêniyan di meşa xwe de banga hesabxwestinê ji Erdogan kirin û banga yekitiyê li partiyên kurdî kirin.