Rêveberiya Xweser nexşerêya bidawîkirina aloziyê ye

Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser Yasir Silêman destnîşan kir hikumeta Şamê hê jî di çareseriya leşkerî de israr dike û got: Însiyatîfa Rêveberiya Xweser nexşerêya bidawîkirina aloziyê ye.

Yasir Silêman têkildarî siyaseta hikumeta Şamê û vegera wî ya piştî 12 salan li Lûtkeya Erebî axivî.

Silêman diyarkir ku vegerandina Sûriyeyê li Komkara Erebî, li gorî siyaseta gav li hemberê gavê bû, Lê belê hikumeta Şamê ji bo çareseriya aloziya sûrî heta niha ti gav neavîtiye.

Silêman dazanîn ku Rêveberiya Xweser bi însiyatîfa ku ragihan re careke din daxuyakirin ku ji bo çareseriyê amade ye;,nexşeya rêveberiyê ya dawîkirina aloziyê ye, ew biryarên însiyatîfê xalên danezana Cedayê wekî hevin.

Yasir Silêman bang li komkara erebî kir ku ji bo hikûmeta şamê gavên çareseriyê yê nîştîmaniya Sûrî, nexasim însiyatîfa Rêveberiya Xweser gav bavêje zextê lêbikin.

Back to top button