Mustafa Karasû: Tecrîda girankirî ya li dijî Rêber Apo encama polîtîkaya qirkirinê ye

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mustafa Karasû diyar kir ku rejima faşîst bi zêdekirina şovenîzmê ve hewl bide serê pirsgirêkên aboriyê, erdhej, hilweşînê jî bi wan êrîşan bigire.

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mustafa Karasû tevlî bernameya taybet a Medya Haberê bû. Têkîldarî mijarên di rojevê de cihê xwe digirin nirxandin kir.

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mustafa Karasû derbarê tecrîda li dijî Rêber Apo ev tişt anî ziman:

” Tecrîda girankirî ya li dijî Rêber Apo bi temamî li dijî têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd e. Encama polîtîkaya qirkirinê ye.

Ji ber Rêber Apo hişmendiya azadiyê di gel de ava kir, bi rêxistin kir û tevlî têkoşîna azadiyê kir. Hewl didin tola xwe hilînin.

Dewleta Tirk paradîgmaya nû ya Rêber Apo li ser pergala xwe yê qirker mêtinger weke gefekî dibîne.

Li ser vê esasê bi taybetî tifaqa faşîst AKP-MHP’ê li dijî gelê Kurd şerekî taybet dide meşandin”

Mustafa Karasû: Pêngava 1’ê Hazîranê berdewamiya pêngava 15’ê Tebaxê ye

Mustafa Karasû şehîdên Pêngava 1’ê Hazîranê bibîranî û wiha got:

“Pêngava 1’ê Hazîranê berdewamiya Pêngava 15’ê Tebaxê ye.

Pêngav ne tenê sekna li hemberî êrîşên tasfiyekirin a dewleta Tirk bû, di heman demê de tasfiyekirina tasfiyekaran bû.”

Mustafa Karasû: Wê Erdogan jî mîna dîktatorên din têk biçe

Endamê Konseya Rêveber a KCK derbarê hilbijartinên parlamenter û serokkomariyê jî ev nirxandin kir:

“AKP’ê di hilbijartinê de encamê ku dixwest bi dest nexist.

Ev desthilatdarî û faşîzm lewaz bûye, ji ber vê hewl bide êrîşên xwe zêde bike.

Bi zêdekirina şovenîzmê ve hewl bide serê pirsgirêkên aboriyê, erdhej, hilweşînê jî bi wan êrîşan bigire.

Çawa ku di her aliyê cîhanê dîktator dikevin wê dawiya Erdogan jî wiha bibe.”

Mustafa Karasû: Êrişa li ser Mexmûrê ne ya Iraqê ye ya Tirkiye û PDK’ê ye

Mustafa Karasû berxwedaniya gelê Mexmûrê silav kir û ev yek got:

“Mexmûr mîna Botaneke biçûk e. Ruhê berxwedaniya Botanê li Mexmûrê şênber bûye.

Li pişt êrîşa Mexmûrê ya Iraqê, Tirkiyê û PDK’ê heye. Divê ev rastî bê zanîn.

Ev ne êrîşa Iraqê ye, êrîşa Tirkiyê û PDK’ê ye.

Ti pirsgirêka gelê Mexmûrê bi Iraqê re tune ye. Berovajî ji Iraqê re feyde ye. Li dijî DAÎŞ’ê bedel dan.

Di vî warî divê tevahî Kurd xwedî li berxwedaniya Mexmûrê derkevin.”

Fermandariya Biryargeha NPG 19’mîn salvegera pêngava 1’ê Hezîranê pîroz kir

Back to top button