Fermandariya Biryargeha NPG 19’mîn salvegera pêngava 1’ê Hezîranê pîroz kir

Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) têkîldarî salvegera 19’emîn a Pêngava 1’ê Hezîranê daxuyaniyek nivîskî da.
NPG diyar kir ku pêngav li hemberî Komploya Navneteweyî ku di şexê Rêber Apo de li dijî gelê Kurdistanê pêk hatibû destpê kir.

Fermandariya Biryargeha Navendî ya Parastina Gel (NPG) derbarê salvegera 19’emîn a Pêngava 1’ê Hazîranê daxuyaniyek nivîskî da.

NPG di daxuyaniyê de şehîdên pêngavê bibîr anî, 19’emîn salvegera Pêngava 1’ê Hazîranê pîroz kir û ev tişt anî ziman:

“Li hemberî Komploya Navneteweyî bi pêşengiya Gerîlayên Azadiya Kurdistanê pêngava 1’ê Hezîranê hatibû destpêkirin.

Di navbera salên 1999-2004’an de, dewleta Tirk ji bo çareseriyê tu gav neavêt.

Di heman demê de polîtîkaya rizandina tevgera me ji xwe re kir esas.

Bi taybet hikûmeta AKP’ê ya ku vê demê de hat ser desthilatdariyê, ji geşedanên asta herêmê sûd wergirt.

AKP li dijî tevgera me konsepta tasfiye û tinekirinê pêş xist da ku Komploya Navdewletî bigihêje encamê.

Tevî hemû înkar, îmha û zextên 5 salan ên dewletê, tevgera me fîşekek jî neteqand û berpirsyariya xwe ya dîrokî cih anî.”

NPG da zanîn ku Pêngava 1’ê Hazîranê weke Pêngava 15’ê Tebaxê di têkoşîna parastina hebûna gelê Kurdistanê de rol lîst û wiha got:

“Têkoşîna ku bi Pêngava 1’ê Hazîranê dest pê kir li hemberî pêvajoya îmhayê ya dewleta Tirk bersivek xurt bû.

Ruhê 1’ê Hezîranê dewleta Tirk di pratîkê de anî ser maseyê.

Çi agirbestên ji sala 2006’an de dem bi dem pêk hatin, çi jî bi rêbazên diyalogê yên ku di Pêvajoyên Oslo û Îmraliyê de ji bo afirandina nîqaşên li ser çareseriya pirsgirêka Kurdan, eşkere ye ku rola Pêngava 1’ê Hezîranê heye.”

Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina gel destnîşan kir ku pêngav di Gerîlayê Azadiyê yên Kurdistanê de guhertinê da avakirin ev yek got:

“Gerîlatiya Modernîteya Demokratîk a serdema nû li dijî teknolojiya herî nûjen a serdema me performansa asta herî bilind nîşan da.

Ji aliyê din ve jî bi saya kûrbûna ruhê fedaî yê di nava xwe de afirand, perspektîfeke nû da rastiya şer, têkoşîn û berxwedanê.”

Back to top button