Brîtanyayê cezayên nû li ser hin rayedarên Sûrî birîn

Hikûmeta Brîtanyayê diyar kir ku cezayên nû li ser hin rayedar û karsazên sûrî yên nêzî serokê rêjîma sûrî Beşar Esad hatine birîn.

Wezîrê karê derve yê brîtanî Dominique Rab derbarê mijarê de axivî û diyar kir ku ceza li ser 6 kesên alîgirê Beşar Esad hatine birîn.

Di nav wan de wezîrê karê derve yê sûrî Feysel Meqdad û hin şêwermendên nêzî Esad hene

Wezîrê brîtanî destnîşan kir ku gelê sûrî ji ber daxwaza hin guhertinan ji rêjîma sûrî kir, ev 10 sal in rastî hovîtiyê tê.

Ev birîna cezayan hemwextî salvegera 10’mîn a destpêkirina aloziya li Suriyê pêk hat.

Back to top button