Careke din rejîma qirkera ya AKP-MHP’ê cezayî disîplînê yê 6 mehan li Rêber Apo birî.
Şêniyên heremê bertek nîşanê vê biryarê dan û teqezkirin ku ewê li ser esasê fikrê Rêber Apo têkoşîna xwe bidomînin.
Têkîldarî tecrîda li dijî Rêber Apo Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyê jî li Til Koçer a girêdayî Qamişlo xwepêşandanek li dar xist.
Xwepêşandan ji pêşiya çerxerêya Delê ya navenda navçeyê dest pê kir û bi dehan ciwan û şêniyên navçeyê beşdar bûn.
Li wir, endamê Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyeyê ya navçeyê Elaa Salih El Elî axivî û got:
“Li ser Rêber Apo tecrîdeke giran ji aliyê pergalên zordest ve tê meşandin, ku ew hewl didin ji bo pêkanîna armancên xwe kirîzên herêmê kûrtir bikin.”
El Elî bang li ciwanan û hemû pêkhateyan kir ku xeta Rêber Apo bişopînin û asta têkoşîna xwe ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bilind bikin.