Binpêkirinên dewleta Tirk a dagiker li Efrînê, ji kuştin û revandina sivîlan, guhertina demografîk û hwd din didome.
Vê carê jî çeteyên dewleta Tirk sivîlê bi navê Hesen Mihemed Horo yê ku ji bajarê Efrînê beriya 2 hefteyan revandine û hê çarenûsa wî ne diyar e.
Artêşa Tirk a dagirker beriya 2 hefteyan welatiyê bi navê Hesen Mihemed Horo (34) ji gundê Merwaniyê yê navçeya Şiyê revand.
Li gorî çavkaniyan Hesen Horo dikana wî ya firotina telefonan li Efrînê hebû û hê jî çarenûsa wî ne diyar e.
Herî dawî jî, şêniyê bi navê Xelîl Elî Xalid (57) dema dixwest berhemên xwe li Efrînê bifiroşe, li ser rêya Basûtê û Efrînê ji aliyê artêşa Tirk a dagirker ve hat revandin.
Li gorî raporên fermî heta niha zêdetirî 800 sivîl hatine revandin.