Qamişlo-Bi panelekê teqezî li ser pêwîstiya yekîtiya Kurdan hat kirin

Navenda Rojava ya Lêkolînên Stratejîk bi riya panelekê bal kişandin li ser peymana Lozanê, bandor û encamên wê.
Beşdaran tekezî li ser pêwîstiya birêxistinkirina mala Kurdî û peyama wê ya siyasî kirin.

Bi dehan rewşenbîr û siyasetmedar îro danê êvarê li baxçeyê xwendinê yê bajarê Qamişlo beşdarî panelê bûn.

Piştî rêzgirtinê, endama Yekîtiya Rewşenbîrên herêma Cizîrê Mizgîn Zêdan li ser bandorên Peymana Lozanê û bi taybetî li ser jinan axivî û got: “Lozan destpêka qonaxa qirkirin, bê-edaletî û koçberkirina gelên herêmê û bi taybet gelê Kurd.”

Her wiha got: “Bandora Lozanê li ser jinên Kurd zêde bû û polîtîkayên qirkirin, kuştin, koçberkirin û tecawizê bi rêbazên hovane yên li ser destên dagirkeran heta îro dewam kirin.

Di heman çarçoveyê de, Rêveberê Navenda Rojava ya Lêkolînên Sitratejîk Munzir Şiyar jî bi ravekirina bûyerên dîrokî yên Lozanê, peyman weke “karesat” bi nav kir.

Piştî axaftinan, beşdaran jî nerînên xwe anîn ziman û tekezî li ser pêwîstiya birêxistinkirina mala Kurdî û peyama wê ya siyasî li hember siyasetên dijminatî kirin.

Li Heleb û Qamişlo Lozan hate şermezar kirin

Back to top button