Mîhrîcana Zarokan a Reqayê bi dirûşma “Em hêviyên sibe ne” li gundê El Meşleb ê Reqayê bi dawî bû.
Gelek saziyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bi sedan zarokên gund û xelkê wî, beşdarî şahiyê bûn.
Roja dawîn a mihrîcanê, bi pêşandana stranên mîrasa Reqayê ji aliyê koma Çand û Hunerê ya Reqayê ve dest pê kir.
Dûre koma Zenûbya, koma Çand û Hunerê ya Reqayê şanoyeke bi navnîşan “El Arîfe” û koma Kevana Zêrîn a Reqayê berhemên xwe pêşandan.
Dawiya şahiyê koma Çand û Hunerê ya Reqayê stran ji mîrasa Reqayê pêşandan.
4’emîn Mîhrîcan Zarokan a Reqayê 23’ê Tîrmehê destpê kiribû û gelek berhemên cihereng hatin pêşandan.