Çalakiya konvedanê ya li Qamişlo bi biryardarî dewam dike

Çalakiya konvedanê ya ji aliyê HPC-JIN ku bi piştgiriya Kongra star li dijî gef û êrişên dewleta Tirk li Qamişlo li ber NY hatiye vedan dewam dike.

Îro endamên Yekîtiya Kooperatîfên Herêma Cizîrê beşdarî çalakiyê bûn.

Li cihê çalakiyê li ser navê endamê Yekîtiya Koopratîfên Hesekê Welîs Hisên daxuyaniyek hate dayîn.

Di daxuyaniyê de hat diyar kirin ku dewleta Tirk tola têkçûna DAIŞ’ê radike, lewma bi balafirên bêmirov sivîlan dike armanc.

Di daxuyaniyê li dijî êrişan soza berdewamkirina berxwedan û têkoşînê hate dayîn û bêdengiya hêzên navnetewî ya li hember êrişên dewleta Tirk hate şermezrkirin.

Bi navê Nivîsgeha Jinan a Tevgera Kooperatîfên Herêma Cizîrê jî daxuyanî hate dayîn û hate diyar kirin dagirkeriya Tirk bi awayekî hovane êrişî gelê herêmê dike û li pêşberî çavên Cîhanê jin û zarokan qetil dike.

Back to top button