Li Yemenê çekdarên êrişên li dijî sivîlan dewam dikin..
Li bajarê Mîdî Hûsiyan mûşeke avêt kombûneke sivîlan..
Di encamê de, 5 sivîl hatin kuştin.
Li bajarê Mîdî yê parêgeha Hece,,
sivîl ji bo dadana xetîreya cejina 59’an a şoreşa Yemenî ya 26’ê Îlonê duh kom bûbûn..
Piştî bidawîbûna şahiyê bi çend deqeyan, Çekdarên Hûsî mûşekeke balistîk avêt kombûnê..
Li gor Wezîrê ragihandina Yemenî Muemer E-Iryanî,,
di encama ketina mûşekê de 5 kes hatin kuştin,,
di nav de 3 rojnamevan, 17 kes jî birîndar bûn..
Muemer E-Iryanî got ku çekdarên Hûsî bi zanebûn êrişî kombûnên sivîlan dikin.
E-Iryanî da zanîn ku divê NY vê êrişan şerezar bike û sûcdaran darizîne..