4’ê Nîsanê-Wê 200 dar li Tebqa bên çandin

Şaredariya Gel a Tebqayê bi boneya 4’ê Nîsanê wê 200 darî li Parka 4’ê Nîsanê biçîne.

Parka 4’ê Nîsanê ya li Tebqayê 4’ê Nîsana 2022’yan ji bo rojbûna rêber Apo hat vekirin.

Îsal bi nêzîkbûna vê rojê re, Şaredariya Gel hewl dide 200 darî biçîne û xizmetên din pêk bîne.

Di vê derbarê de şaredarî sûrekî din bi rûbera 250 metredam li derdora parkê ava dike.

Her wiha di nava parkê de rê û peyareyên bi kevirên rengîn, kursî û ronahî bi cih kirin.

Ji bo avdana daran, şaredariyê toreya avdanê ya dilop bi dilop di nava parkê de bi cih kir.

Li gorî hevseroka Şaredariyê Nesrîn Mela Hesen wê xebatên wan 4’ê Nîsanê bi dawî bibin.

Nesrîn diyar kir ku barana vê dawiyê bariye, bandor li karê wan kir ku hinekî dereng man.

Back to top button