Ji ber vîrûsê Tirkiye, Almanya û Fransa wê lev kom nebin

Vîrûsa Corona bandor li tevgera siyasî jî kir.

Civîna ji bo penaberan ya ku wê li Stenbolê hatiban li darxistin û Fransa û Almanya jî wê beşdar bûbûna wê bi rêya dîmen pêk were.

Şêwirmenda Almanya Angela Merkel, Serokomarê Fransa Emmanuel Macron û Serokomarê tirkiye Erdogan, ji bo rewşa koçberan wê hefteya bê li stenbola tirkiyê civîneke sê alî pêk anîban.

Ajansa Reutersê ku agahiyên xwe spart berpirsekî tirkiyê, dazanîn ku ji ber vîrûsê wê civîneke bi video lidar bixin.

Erdogan jî ji ber vîrûsê hemû hevdîtinên xwe yên ji bo welatên ji derve da rawestandin.

Beriya niha hatibû ragihandin ku wê civîn di 17’ê Adarê de pêk hatiba.

Tê payîn ku şêwirmenda Alman di nava hefteyê de bi Erdogan re jî li tirkiyê civiyaban.

Hîna jî li ser pêkanîna civînê biryarek piştrast ne hatiye dayîn.

Back to top button