Li baregeha El-Tacî, 3 leşkerên koalîsyonê birîndar bûn

Barageha Tacî ya ku hêzên koalîsyonê lê ye, careke din hate topbarankirin.

Artêşa Iraqê jî banga vekişîna hêzên Amerîka ji Iraqê kir.

Di saetên sibehê de baregeha leşkerî ya El-Tacî ku li bakurê paytexta Iraq Bexdayê ye bi dehan moşekan hat topbarankirin.

Koalisyona Navdewletî ya li dijî DAIŞ’ê ragihand ku di êrîşê de 3 leşkerên wan birîndar bûne.

Her wiha ji hêzên parastina hewayî ya Iraqê jî hejmarek birîndar hene.

Artêşa Iraqî jî piştî êrîşê dest bi lêgerînê kir.

Divê çarçoveyê de 7 alavên avêtina moşekan li herêma Ebû Îzamê dîtin.

Artêşa Iraqê banga vekişîna hêzên Amerîkî ji welêt kir

Ji aliyê xwe ve, Fermandariya Operasyonên Hevbeş ya Iraqê bang kir ku biyara parlamana Iraqê ya vekişandina hêzên Amerîkî li welêt bikeve meriyetê.

11’ê Adarê jî bi moşekên katyoşa êrîşek li dijî baregeha E-Tacî pêkhatibû, 2 leşkerên Amerîkî û leşkerek Brîtanî hatibûn kuştin.

Back to top button