Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê teqez kir ku ew dikarin di her kêliyekê de Terablusê rizgar bikin.
Serokê Buroya Ragihandinê ya Odeya Operasyonên Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê, Xalid El-Mehcûb, têkildarî rewşa dawî ya Lîbyayê, ji malpera El-Eyn El-Ixbariyê ya Îmaratî re axivî.
Xalid El-Mehcûb teqez kir ku Artêşa Niştimanî derbasî Terablusa paytext bûye û mizgîniya rizgarkirina wê dibe her kêliyê de were dayîn.
El-Mehcûb got, artêşa wan tenê 3 KM dûrî avahiya hikûmeta Wîfaqê ye û destnîşan kir ku Hikûmeta El-Serac nûnertiya gelê Lîbyayê nake û şera heyî jî Tirkiye bi rê ve dibe.
Xalid El-Mehcûb da zanîn ku heta niha dewleta Tirk nêzî 5 hezar çete ji Sûriyê şandiye Lîbyayê û ji wan 300 bi qaçaxî derbasî Ewropayê bûne.
El-Mehcûb anî ziman ku ew bi hemû hêza xwe, li dijî terora dewleta Tirk û çeteyên wê şer dikin.