Bi armanca xurtkirina werzîşê û giyanê wê, Komîteya Ciwan û Werzîşê ya Meclisa Herêma Til Temirê bi koordîneya Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê turnovaya futbolê li dar xist.
Turnoveya futbolê ya şehîd Baran El-Mewa li stada gundê Til Nesrî li dar ket.
12 tîmên navçeyê tevli turnovayê bûn.
Turnove bi maçekê di navbera tîmên şehîd Gelhat û Ziyadet dest pê kir.
Tîma Gelhat bi encama 4-2 bi ser ket.
Di merasîma vekirina turnovayê de, endamê rêveberiya Komîteya Ciwan û Werzîşê ya Meclisa Herêma Til Temirê Haşim Ebdulqadir got:
Ew ji turnovayê armanc dikin behreyên ciwanên li herêmê pêş bixin û giyanê werzîşê di nav wan de biçînin.
Ebdulqadir dawiyê jî ev tişt anî ziman:
Bi rêya vê turnovayê em peyamekê didin dewleta Tirk a dagirker ku tevî êrişên rojane yên li dijî navçeyê, em berxwedêr in û jiyana xwe ya asayî dijîn.
Lidarxistina mîna van çalakiyan dê demên pêş de dewam bikin.



