Li gorî daneya ku Meclisa Sivîl a Reqayê çêkiriye, hejmara malbatan li Reqayê 64 hezar û 595 e.
Meclisa Sivîl a Reqayê îro di nava taxên bajêr de, dest bi serjimariyê kir.
Armanc ji vê xebatê ew e ku nifûsa bajêr bê zanîn û tombarkirin.
Ji bo naskirina mekanîzmeya serjimariyê, endamê Komîteya Hundirîn a Meclisa Sivîl a Reqayê Salih El Hecî got:
Me di 17’ê Gulanê de, bi tevlêbûna meclisên xwecih û komînan, dest bi xebatê li taxên bajêr kir.
El Hecî diyar kir ku ew ji vê xebatê armanc dikin ku agahiyên derbarê hejmara malbatên li Reqa û gundewarê wê de dijîn, bizanin.
El Hecî derbarê daneyên ku kom kirine ev agahî parve kirin:
“Hejmara malbatên li Reqayê 64 hezar û 595 malbat e.
Têkildarî mekanîzmeya xebatê, El Hecî got:
Komîna tax yan jî herêmê, karetek dide her malbatekê.
Dûre tîmên serjimariyê serdana malên şêniyan dikin û agahiyên pêwîst ji lênûska malbatî, nasnameyê digirin.
Li ser vê esasê serjimarê tê çêkirin.
El Hecî destnîşan kir ku xebatên serjimariyê dê sibe li gundewarê bajêr dest pê bikin.