“Xelkê Til Eran û Til Hasil berxwedaneke destanî nîşan dan”

27’ê Tîrmehê salvegera 10’an a komkujiya Til Eran û Til Hasilê ye.
Ji aliyê 30 komên çeteyan û komên Meclîsa Leşkerî ya Helebê li dijî Kurdan komkujî pêk hat.
Têkîldarî vê yekê saziyên li Helebê daxuyaniyek hevbeş da.

Li Helebê komkujiya Til Eran û Til Hasilê bi daxuyaniyeke hevbeş a Meclisa Malbatên Şehîdan, Meclisa Edaleta Civakî û Yekitiya Parêzeran a Helebê hat şermezar kirin.

Di daxuyaniyê de, hat destnîşankirin ku li rex komên çeteyan komên leşkerî yên kurdî hebûn.

Saziyan balkişandin li ser berxwedana şêniyên her du bajarokan û gotin:

“Ciwan, jin û mêrên her du bajarokan li rex hev parastina erd, rûmet û namûsa xwe kirin.

Tevî ku civata navneteweyî ev komkujî şermezar lê yên êriş plan kirine bi rihetî tevdigerin.”

Dawiyê bang hat kirin ku ev doz were şopandin, ji bo ku sûcdarên wê li dadgehên navneteweyî yên taybet bên darizandin.

10 sal di ser komkojiya Til Hasil û Til Eranê re derbas bû

Back to top button