Rayedareke payebilind a NY serdana herêmên Rêveberiya Xweser kir

Raportora taybet a NY’ê ya têkildarî xurtkirin û parastina mafên mirovan Fionnuala Ni Olin û şandeyeke fermî bi koordîneya nûnertiya Rêveberiya Xweser a li Cinevê, serdana herêmên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir.

Ev cara yekemîn e ku rayedareke payebilind a NY’ê serdana herêmê dike.

Şande bi hevserokatiya Daîreya Têkiliyên Derve û endamê Desteya Rêveber re civiya.

Her du aliyên nêrînên xwe derbarê geşedanên li herêmî û mijarên hevbeş parve kirin.

Daîreyê, bi daxuyaniyekê li ser malpera xwe, bi bîr xist ku serdan bi armanca, naskirina şert û mercên girtinê li navendên girtinê, rewşa ciwanan li navendên ji nû ve perwerdekirinê yên li kampên Roj û Holê û dosyaya vegerandina biyaniyan li welatên wan, bû.

Rêveberiya Xweser bang li civata navneteweyî dike berpirsyariya xwe li hember şert û mercên navendên girtinê û kampên li herêmê bîne cih.

Her wiha destnîşan kir ku ew nikare bi tenê vî barî rake û ji bo wê bang li civata navneteweyî ku hevkar be û çareseriyeke giştî ji pirsgirêka bi hezaran malbatên li kampan dimînin re, peyda bike.

Back to top button