Li Silêmaniyê PYD’ê civînek li ser êrişên dewleta Tirk lidarxist

Li Silêmaniyê bi pêşengiya PYD’ê, civîna dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker bi tevlîbûna kesayet, rewşenbîr, siyasetmedar û akademîsyenan destpêkir û didome.

Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) li ser êrişên Tirkiyê bi tevlîbûna gelek rewşenbîr, kesayetên şareza, siyasetmedar û rojnamevanan li Silêmaniyê civînek organîzekir.

Hevseroka PYD Asya Abdulah û Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mezlûm Ebdî bi riya dîmen peyam dan..

Mazlûm Ebdî: Dewleta Tirk dixwaze Başûrê Kurdistanê jî dagir bike

Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mezlum Ebdî di peyama xwe de got::

“Êrişan her kes kirin hedef, Dixwazin vê herêmê ji xelkê vala bikin.

Helwesta gel û dostan li dijî êrişan li her derê derkete holê, lê xeterî bi dawî nebûye.

Dewleta Tirk ne tenê Rojava, her wiha dixwaze Başûr Kurdistanê jî dagir bike.”

Herwiha Mazlûm Ebdî diyar kir ku divê gelê Başûr û Rojava hişyar be û bi xortî li dijî vê pilana qirêj derkevin.

Hevseroka PYD Asya Abdullah jî balkişand ser yekîtiya gelê Kurd û wiha got:

Asya Abdullah: Em ê bi têkoşîna neteweyî ser bikevin

“Armanca êrişan têkbirina destketiyane, lewma divê em destketiyên li Rojava û Başûr biparêzin.

Bi berxwedana hevbeş û têkoşîna neteweyî em dikarin ser bikevin û destketiyên neteweyî yên Kurdistanî biparêzin.”

Nûnerê Partiya Yekîtiya Demokratîk Cawîdan Kemal jî peyama partiya xwe xwend û ev yek got:

Nûnerê Partiya Yekîtiya Demokratîk Cavîdan Kemal: Em li gel aşitiyê ne

“Em li gel aştî û guftugoyê ne. Ji bo wê daxwazê ji hêzên navneteweyî dikin ku zemînekî siyasî ava bikin û Rêveberiya Xweser di proseyê de cih bigre.”

Civînê ji çapemeniyê re girtî dewam kir û çav li rêye ku bi encamnameyekê bi dawî bibe..

Back to top button