Efrîna dagirkirî-çeteyan dareke sedsalî birîn

Sûc û hovîtiya çeteyên dewleta Tirk li Efrîna Dagirkirî bi dawî nabe…
herî dawî dîmenek hat belavkirin ku têde dareke sedsalî ji aliyê çeteyan ve tê birîn.

Li ser Tevna Civakî, dîmenê qutkirina Dareke zeytonê ku temenê wê zêdeyî 100 salîye belav bû..

Li gorî agahiyan, ev dar li Efrînê, li navçeya Cindirêsiyê ye û yên darê dibirn jî çeteyên dewleta Tirk in..

Hat naskirin ku ev dar ya welatiyê Kurd yê bi navê Murad Mihemed Silêman yê ji gundê Dêr Belût yê navçeya Cindirêsê ye.

Çeteyên ku darê dibirin, ji bajarokê El-Tamina yên gundewarê Hemayê ne..

Back to top button