Rûpelên Ronahî TV li ser Facebook’ê hatin girtin

Êrişên li dijî çapameniya azad ji her alî ve didomin
Rûpela kenala me Ronahî TV ya Facebook’ê bêyî hişyarî dîsa hat girtin.

Roja îna borî, bêyî ti sedem ji aliyê Kompanya Meta ve were diyarkirin, rûpelên kenala me Ronahî TV yên bi zimanên Kurdî û Erebî bi tememî hatin girtin.

Rêveberiya rûpelê got ku “girtina rûpelan hemwextî parvekirina nûçeyên êrişa li dijî erebeya JIN TV ku rastî hêrseke mezin hatin, pêk hatiye”

Rêveberiya kenala me Ronahî TV jî piştrast dike ku “girtina rûpelan siyaseta dagirkeriya Tirk a veşartina sûcên xwe derheqê zarokên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, qebûl dike”

Her wiha diyar dike ku rûpelên Ronahî TV roleke mezin di gihandina nûçeyên Sûriyê bi giştî û Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi taybet de lîstiye.

Her wekî balê dikişîne ser çalakbûna rûpelê li ser Facebook’ê û bertekên şopîneran û agahî û raporên ku li ser wê dihatin belavkirin.

Hêjayî gotinê ye ku ev cara duyem e rûpelên Ronahî TV yên bi zimanên kurdî û erebî tên bêyî hişyarî ji hêla Facebook’ê ve têngirtin.

Back to top button