HPG: Di êrîşeke esmanî ya li ser Garê de gerîla Bariş Soydan şehîd bû

HPG’ê ragihand ku di encama êrîşa hewayî a artêşa Tirk a li ser Garê de gerîlayekî wan şehîd bû.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê êrîşên dewleta Tirk û şehîdxisitina gerîla yê bi navê Bariş Soydan bi nasnav Andok Oremar de daxuyaniyek da.

HPG’ê diyar kir ku artêşa Tirk a li Garê tarûmar bûn, bi êrîşên hewayî li dijî qadên Herêmên Parastinê yên Medyayê, li pey lêgerînên ku şkestina xwe ya dîrokî bide jibîrkirin.

Hat diyar kirin 4’ê nîsanê balafirên şer zeviyên gundê Zêvkê ya herêma Bergarê ya Garê bombebaran kirin, di êrîşê de gerîla Andok Oremar şehîd bû.

HPG’ê got ku hevrê Andok li navçeya Gever a Colemêrgê hatiye dinê û ji malbatên şehîdan û hemû gelê welatparêz ê Kurdistanê re sersaxî xwest.

HPG’ê soz da ku ew ê bi ruhê serketinê yê Garê li ser şopa şehîdan bimeşin û bîranînên wan bi serketinê tacîdar bikin.

Back to top button