Kêmkirina ava Firatê pirsgirêkên çandinî û kehrebeyê zêdetir kirine

Kêmkirina ava çemê Firatê ji aliyê dewleta Tirk ve dibe sedema ku şênî bi saetan kehrebeyê nebîbin. Têkildarî vê yekê endezyarên herêmê metirsiya xwe anî ziman û got eger ev rewş dewam bike, wê encamên kambaxtir bi xwe re bîne.

Şerekî pir alî li ser herêmê tê meşandin, yek ji wan jî şerê avê ye.

Dewleta Tirk rêjeya ava çemê Firatê li ser Bakur û Rojhilatê Sûrî kêm kiriye.

Kêmbûna rêjeya ava çemê Firatê, bandoreke neyinî li kehrebeya herêmê û her wiha qada çandiniyê kiriye.

Têkildarî mijarê, endizyarê çandiniyê Mehmûd El-Îsa ji ajansa nûçeyan HAWARê re axivî û got:

“Kêmbûna avê herî zêde bandor li cotkaran kiriye. Cotkar di avadana zeviyên xwe de herî zêde xwe dispartin ava çemê Firatê.

Kêmbûna rêjeya ava çem hişt ku cotkar lêçûnên zêdetir daynin, mîna dirêjkirina boriyên avdanê û zêde-bikaranîna sotemeniyê.”

Endezyar Mehmûd El-Îsa da zanîn ku ji ber vê kêmbûnê her wiha gundewarên qiraxa çemê Firatê nema weke berê çandiniya sebezayn lê dibe, ji ber vê jî li bazaran bûhayên sebzeyan girantir bûye.

Her wiha Hevseroka Saziya Kehrebeyê ya Minbicê Meha Hac Elî jî bandora kêmbûna avê nirxand.

Meha Hac Elî diyar kir ku beriya rêjeya avê kêm bibe herî kêm 10 saetan dihat dayîn, niha tenê bûye nêzî 3 saetan. Bi kêmbûna rêjeya avê re, derfeta çêkirina kehrebeyê jî kêm bûye.

Meha teqez kir ku dewleta Tirk bi rêya qutkirina ava çemê Firatê re “şerê avê” li dijî gelê Sûriyê radighîne û da xuyakirin ku dewleta Tirk bi vê yekê, lihevkirina 1987’an a navbera Sûriya û Tirkiyê binpê dike.

Back to top button